Önce Çocuklar Derneği


Komeleya Pêşî Zarok

Komeleya Pêşî Zarok, sala 2017an li Diyarbekirê hatiye avakirin bi armanca ku di çarçoveya peymana mafên zarokan de xebatan bike ji bo pêşveçûna psîko-sosyal û hunerî-kulturî û pêşveçûna zimanî, zêhnî û fîzîkî ya zarokan, û piştgiriyê bide kes û saziyên li ser vê mijarê dixebitin. Di vê çarçoveyê û vê maweyê de, li nav sînorên Diyarbekirê çalakiyên xwe bi rê ve dibe.

Armanca avabûna komeleyê ew e ku mafên bingehî yên zarokan bêne parastin û bi vî awayî piştgiriya zarokan bê kirin. Digel mafê jiyanê, mafê tenduristiyê û mafê xweparastinê li dijî îstismara fîzîkî, derûnî û zayendî, bala xwe dide ser zimanê dayîkê û mafên kulturî jî. Komele di hemû çalakiyên xwe de bi helwêsta mafparêz û wekhevîxwaz dixebite. Her çalakiya ku pêk tîne, li ser esasê mafên bingehî yên zarokan, gihiştina wan a bo van mafan, wekheviya fersendan û binpêkirina mafan dinirxîne. Piştî xebatên derbarê mafên kulturî û mafê zimanê dayîkê, ev 2 salên dawî ne giringî bi tesbît û raporkirina binpêkirinên mafan dide. Wê yekê diparêze ku mafê her zarokî ye bi zimanê xwe perwerdeyê wergire, kultur û nirxên xwe yên kulturî hîn bibe, wan bidomîne û bi vê helwêstêçalakiyên xwe bi rê ve bibe.