Ordu Kadını Güçlendirme Derneği

Ordu


Komeleya Bihêzkirina Jinan a Orduyê

Komeleya Bihêzkirina Jinan a Orduyê sala 2010an hatiye avakirin û saziyeke civaka sivîl a mafparêz e ku bi taybetî li Orduyê û bi giştî li herêma Behra Reş dixebite bi armanca ku şideta hemberî jinan bê astengkirin û beşdariya çalak a jin û zarokên keç bo jiyana civakî bê bihêzkirin.

Komeleya ku hevkarî û danûstandina tevrûbeyî dike li ser mijarên wekî têkoşîna li dijî şideta jinan, îstismara zarokan, karkeriya zarokan, koçberiya çandiniyê ya demsalî, zayenda zivakî, têkoşîna li dijî cihêkariyê û şopandina butce û xebatên giştî û şaredariyê. Herweha piştgiriyê dide komên merûzî şideta hemberî jinan, îstismara zarokan û cihêkariyê hatine.