Rengarenk Umutlar Derneği


Komeleya Hêviyên RengînKomeleya Hêviyên Rengîn

Komeleya me mehên dawî yên 2017an ji aliyê komek xwebexşan ve hat avakirin û saziyeke civaka sivîl a mafparêz e ku xebatên xwe li Sûra Diyarbekirê bi rê ve dibe. Pevçûnên çekdarî yên salên 2015-2016an û travmayên ji ber van sedeman kirin navenda xebatên me Sûr be. Dema me dest bi xebatan kir, armanca me ew bû ku em bi xebatên li dor zarokan û xebatên piştgiriyê yên zêdetir psîkososyal, bandorên van travmayan di maweyeke dirêj de kêm bikin. Fokûsa xebata me zarokên navbera 4-18 salî ne ku bandora pevçûnên li Sûra Diyarbekirê li wan heye.

Qadên me yên çalakiyê

Odeyên lîstikê yên perwerdehiya pêşzaroktiyê (4-6 salî).

Kitêbxane; Kitêbxaneya Pêlîstokan a Tahir Elçi, Kitêbxaneya Kitêban, Kitêbxaneya Bisiklêtan.

Atolye (7-14); wêne, resim, şiyanên jiyanî, mîkro-makrome, lîstik, erbane.

Çalakiyên akademîk, çavdêrî-belgekirin û parastin

Akademiya mafên zarokan,

Çavdêrî û belgekirin,

Parêzvanî (mafên lîstikê, karkeriya zarokan).