Tahir Elçi İnsan Hakları Vakfı


Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçi

Tahir Elçi, roja 28.11.2015 li Diyarbekirê li ber Minareya Çarling gava daxuyaniya çapemeniyê dida bi sûîkastekê hat kuştin. Tahir Elçi di hemû jiyana xwe de hewl daye mexdûrên îhlalên giran ên mafên mirovan bigihîjin edaletê. Navekî sembol ê pêşengê têkoşîna li dijî bêcezatiyê ye li Tirkiyeyê. 

Tahir Elçi çi wek parêzer û çi jî wek aktîvîstê mafên mirovan, li Tirkiyeyê û li dinyayê bûye îlham bo gelek mirovan, bûye pêşeng bo sazkirina gelek înisiyatîf û rêkxistinan. Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçi bi armanca ku mîras û têkoşîna wî berdewam bike, sala 2019an li Diyarbekirê hat avakirin.

Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçi, têkoşîna mafên mirovan a Tahir Elçi, lêgerîna wî ya edaletê, têkoşîna wî ya bo aştiya civakî û wekheviya mirovan esas digire û;
-Bo parêzer û parêzerên stajyer ên dixwazin cih bigirin di têkoşîna mafên mirovan de,

-Bo xebatkar û xwebexşên rêkxistinên mafên mirovan,

-Bo kesên wekî jin, kal, zarok, astengdar û xwedî meylên cuda yên zayendî yên bi dezavantaj ji aliyê civakî ve li gor hiqûq û teoriya mafên mirovan, xebatan bi rê ve dibe.

-Herweha bo ku pêbawerî û rêzdariya bo xwe ya ciwanan çêbike,

-Piştgiriya hişmendiya wan a kulturî, hunerî û civakî bike,

-Fersendên fêrbûnê pêk bîne ku rê li ber pêşdebirina zanyarî, şiyan û helwêstên nû vedike û tecribeyên hêja û fêrker pêşkêş bike,

-Rêxweşker be bo beşdariya wan a di pêvajoyên biryardanê de, 

-Alîkar be da ku kapasîteyên xwe yên takekesî, haydariya civakî û hesta hevgirtina civakî bi pêş de bibin,

-Hişmendiya wan a mafên welatîbûnê zêdetir bike û gudarî bike ka çi dibêjin û kultura nîqaşeke rêxweşker saz bike, xebatên bo ciwanan bi rê ve dibe.