20/12/2023

Tactical Techa ku saziyeke civaka sivîl a navneteweyî ye û xebatên xwe li Berlînê didomîne, bi kes û saziyên civaka sivîl re dixebite û hedefa wê ew e ku li ser bandora teknolojiyê ya li ser civakê bixebite û di mijara xwendewariya teknolojiyê de wan agehdar bike. Bi vî awayî piştî pirsa “di demeke wisa de ku dane yên her kesî ne, ji çi tiştî re dane tê gotin?”, projeya Glass Roomê (Odeya Camîn) ya di 2016an de wekî pêşangeheke karîger hatî plankirin, di nav salan re li welatên cuda bi hevkariyên cuda hate pêşdebirin û hem di ser înternetê re hem di mekanên fîzîkî de hate sêwirandin û karê xwe berdewam kir.

Di çarçoveya Piştgiriya Mafan a 2yem de ji bo pêşdebirina xwendewariya teknolojiyê û piştgirtina pêngavên hînbûna mafên me wek bikarhênerên cîhana çavdêranê, me jî tevkarî li xwemalîkirina kurdî û tirkî ya vê projeyê kir. Me sê broşurên Data Detoks Kitê yên bi navê “Mahremiyet”, “Güvenlik”, “Esenlik” û “Yanlış Bilgi” wergerandin kurdî. Me bi Kontrola Ducare wergera tirkî ya sepana “Sexte ye an Rast e?” kir û me versiyona tirkî ya 10 posterên di bernameya “Glassroom Misinformation”ê de amade kirin. Di dema tetbîqkirinê de me ev naverok bi rêkxistinên sûdgir re parve kirin û armanca me ew e ku em tevkariyê li pêwendiya rêkxistinan a bi teknolojiyê re bikin û zanîna xwe ya derbarê mafên me de zêde bikin.