20/12/2023

Rapora me ya bi navê “Qada Demokratîk a Berteng li Tirkiyeyê ji Perspektîfa 48 Rêkxistinên Mafparêz” a bi amadekariya Eylem Ertürk hat weşandin ku di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Mafan de ye û piştgiriya 48 rêkxistinên mafparêz dike. Em dê lansmana raporê saet 14:00ê roja înê ya 10ê hezîranê bi paneleke online pêk bînin. Em li benda hemû beşdarên qada sivîl in.

Vê raporê, rapor û pêşniyazên çareseriyên anîn cem hev: Raporên çavdêriyê yên rêberan û ekîba projeyê ku bi beşdariya Piştgiriya Mafan pêvajoya pêşdebirina kapasîteyê şopandin û pêşniyazên çareseriyê yên nûnerên saziyên civaka sivîl ku li ser qada sivîl a demokratîk a berteng û serdema Covid-19ê pêşkêş kiribûn. Di raporê de, bi taybetî astengiyên ku du salên dawî digel pandemiyê zêdetir bandor li saziyên civaka sivîl kirine û bandora van a li qada xebatê û girseyên hedefkirî, li gor tecrubeyên rêkxistinên beşdar û perspektîfên herêmê hatine nirxandin.

Axaftina Destpêkê: Mehmet Ali Çalışkan (Weqfa YADAyê)

Axêver:

  • Selen Yüksel (Tora Hejariya Zêde)
  • Naci Emre Boran (Navenda Civakî ya Tarlabaşıyê)
  • Bilge Taş (Rêbernameya Piştgirya Mafan I)

Moderator: Olcay Özer (Navenda Hafizeyê)

Ji bo qeydê, bitikînin