Altyazı Sinema Derneği


Komeleya Sînemayê ya Altyazıyê

Kovara Sînemayê ya Altyazıyê ku sala 2001ê bi fikra “kovareke li ser sînemayê difikire” li Stenbolê dest bi weşanê kiriye û kovara herî demdirêj a sînemayê ya serbixwe ye, zêdetirî 20 salan e ku çalakiyên xwe yên qada sînemayê di warê weşangeriya dijîtal, bernameyên nîşandanê û pisporiyên cudatir de bi semînerên dersdarên xwe berdewam dike. Komeleya Sînemayê ya Altyazıyê ku adara 2019an ji aliyê endamên lijneya weşanê ya kovarê ve hatiye avakirin, ji bo wan armancan xebatên xwe didomîne ku tevkariyê li gotara demokratîk, piralî û azadîxwaz bike bi taybetî di qada sînemayê û bi giştî di qada kultur û hunerê de; hewl bide ku aktorên sînemaya azad bêtir xuya bibin; bi saya Altyazı Fasikülê ku di qada sînemayê de li ser mijarên wekî sansur, azadiya fikrî û wekheviya zayendî hûr dibe, hewl bide xwîner bigihîjin agahî û rexneyên hêja û pêbawer. 

Komeleya Sînemayê ya Altyazıyê piştgiriya hevgirtin û peywendiya nav-sektorî dike û da ku qadeke derbirînê bo aktorên dezavantaj ên sînemayê (sînemagerên serbixwe, belavkar, kargêrên salanon, festîval, kulûbên zanîngehan hwd) veke, nivîs û vîdeoyan amade dike, mafên îhlalkirî yên van aktoran dike nûçe. Komele mafê agahdarkirin/agahdarbûnê diparêze, di qonaxên birêkxistina van girseyan de bi awayên cuda tev li hevgirtinê dibe û dihêle ku gotinên xwe saz bikin û bigihînin girseyên berfirehtir.