Dayanışmanın Kadın Hali Derneği


Komeleya Hevgirtina Jinan

Komeleya Hevgirtina Jinan (DAKAHDER) sala 2018an ji aliyê komek jinên ciwan ve li Diyarbekirê hat avakirin. Komeleya ku vê gavê tenê şaxeke wê heye, eger pêdivî pê hebe li bajarên din ên herêmê jî xebatên xwe bi rê ve dibe. Kesên ji ber zayenda xwe an jî nasnameya xwe ya zayendî tûşî cihêkariyê dibin, ew pişta wan digire, xizmeta şêwirmendiyê nade lê roleke wê ya rêberiyê heye. Ji bo pêkhatina wekheviya zayenda civakî, çalakiyên parêzvanî û aktîvîzmê dike.

Her sal bernameya stajê dide destpêkirin ji bo jinên ciwan di qada sivîl de bihêztir bibin. Dersên Zayenda Civakî bo saziyên civaka sivîl, rêksitinên pîşeyî, sendîka û saziyên taybet ên li bajarên Batman, Bîngol, Dêrsim, Diyarbekir, Xarpêt, Mêrdîn û Rihayê bêpere berbelav dike.