Diyarbakır Kültür Tabiat Varlıklarını Koruma ve Yaşatma Derneği


Komeleya Parastina Heyberên Kulturî û Siruştî ya Diyarbekirê (DKVD) 

DKVDya ku sala 1996an hatiye avakirin, bi wan perwerdehî û çalakiyên xwe yên civakî tê naskirin ku hewl dide nirxên kulturî û siruştî yên şênber û neşênber biparêze, hafizeya civakî bi belge bike û di vê mijarê de hesasiyetekê çêbike.

Kultur û siruşt hêmanên serekî ne bo berdewamiya jiyanê. Kultur rihê mirovan geş dike û siruşt jî hêmana serekî ya hebûna me ye. DKVDya ku di vê peywendê de parastina nirxên kulturî û siruştî wekî helwêsteke mafparêz dihesibîne û di vî warî de xebatên xwe bi rê ve dibe, deriyê wê bo hevkarî û danûstandina tecribeyî ya di mijarên parastin û pêşdebirina nirxên kulturî û arşîvê de vekirî ye.