Göç ve İnsani Yardım Vakfı


Weqfa Koçberiyê û Alîkariya Mirovî

Weqfa Koçberiyê û Alîkariya Mirovî, di 16.07.1999an de li Mêrsînê hat avakirin. Ji sala 2010an vir ve ye wekî Navend li Diyarbekirê di mijara Mafên Zarokan de çalakiyên xwe berdewam dike. Sê qadên serekî yên xebatê yên Weqfa Koçberiyê û Alîkariya Mirovî li gor perspekîfa sazbûn-xebitînê ev in: mafên mirovan, mafên jinan, ekolojî. Weqf zêdetir li ser xebatên mafparêz ên qada mafên zarokan dixebite, piştgiriya bûrsê dide zarokên ku nikarin bigihîjin wekheviya fersenda perwerdehiyê û bi armanca ku bibe piştgir bo bihêzbûna zarokan û dêûbavan/lênihêran, xebatên atolyeyê, projeyên lêkolîn-tetbîqkirinê, çavdêriya mafparêz û raporkirin û xebatên piştgiriya hiqûqî li ser mijara mafên zarokan pêk tîne.

Weqfa Koçberiyê û Alîkariya Mirovî; xebatan bi rê ve dibe bo zarokên ku ji ber sedemên cuda koç kirine/mecbûr mane koç bikin û di rewşeke dezavantaj de ne. Helwêsta bingehî ya Weqfê dema xebata bi zarokan re ew e ku zarokan wekî takekesên xwedî hebûneke xweser bibîne û azadî, serbixweyî û afirîneriya zarokan teşwîq bike. Weqf herweha bi helwêsteke mafparêz û çalakiyên hunerî, kulturî, civakî û sportîf piştgiriya pêşdeçûna zarokan dike û hemû xebatan bi awayekî pirzimanî bi rê ve dibe.