IPS İletişim Vakfı

Stenbol


Weqfa Ragihandinê ya IPSyê

Weqf li gor hedefên veguherandina ziman û qada medyayê ya li Tirkiyeyê û veqetandina enformasyon/naverokê ji sermaye û dewletê, û li ser esasê faydeya civakî, mafparêzî û mafê agahdariya bi zimanê dayîkê yê hilberandin û belavkirina agahiyê, bi navendeke xwe ya medyayê (bianet) ya sê simanî (tirkî, kurdî, îngilizî) dixebite. Fokûsa xebatên wê zedetir li ser nûçe, jin, zarok û nasnameyên zayendî, meylên zayendî, nasnameyên etnîk, nijadî, dînî/mezhebî, nasnameyên kulturî û maf û têkoşînên “yên din” e. Di serî de azadiya fikrî, jin, LGBTI+ û mafên zarokan, hemû îhlal û astengên mafan an jî polîtîka, tenzîm û tetbîqên qanûnî yên bo berfirehkirina sînorên heyî dişopîne. Van hemû xalan dike nûçe, hewl dide helwêsteke nûçegihaniyê ya bo agahdarkirina civakê, çêkirina arşîvê û raporkirinê tetbîq û berbelav bike û li gor vî awayî xebatên hiberandina edîtoryel û pêşdebirina kapsîteyê pêk tîne.