Mordem Sanat ve Ekolojik Yaşam Derneği


Komeleya Huner û Jiyana Ekolojîk a Mordemê

Komeleya Hunerê ya Mordemê; komplekseke hunerê ya serbixwe ye li Diyarbekirê ku tê de hêwaneke şano-sînemayê ya 160 kesî, kulîs, studyoya dansê, polên muzîkê, atolyeya peykeran, fuaye û ofîsa xebatê heye.

Peywendiya navdîsîplînî, karên hevpar saz dike û giringiyê bi têkiliya hilberînê dide. Mordem Sanata ku ji xwe re wezîfe dizane li ser mafên demokratîk biaxive û tevkariyê li avakirina aştiyeke civakî bike, wê yekê diparêze ku rêya herî baş huner e bo gihiştina îdeala avakirina civakeke aştîxwaz, têgihiştî, demokratîk, adil û dûr ji xwexwaziyê, xwezaparêz û ne li dij nasname û meylên cuda. Li ser wê fikrê ye ku cudahiyên etnîk û kulturî dewlemendiyên civakê ne. Li dijî bendbendîbûna civakî û cihêkariyê, têgihiştineke piralî diparêze û pêşengiyê dike kes tev li jiyana kulturî bibin. Da ku rê li ber bigire mafên kulturî ji dest neçin, çalakiyan pêk tîne. Mordem Sanat, gava li wan rêyan digere da formên kulturî yên li ber wendabûnê ji nû ve bîne nav civakê, îlhama xwe ji rabirdûyê û motîvasyona xwe jî ji hevçerxbûn û rojanebûnê werdigire. Bi karên rojane yên xebat û lêkolînan; ji bo şaxên hunerî, hunermendan, înîsiyatîfên serbixwe û peywendiya hilberînê ya navbera kolektîfan dibe pêşeng an beşdar. Armanca me bi van lîstikên ser dikê, xebatên atolyeyê û projeyan ew e ku em bi vê têgihiştinê û bêyî dest bidin naverokê bi formên cuda berdewam bikin û di hafizeya civakê de ji nû ve şîn bikin.