Pembe Hayat LGBTİ+ Dayanışma Derneği


Komeleya Hevgirtinê ya LGBTI+ ya Pembe Hayatê

Komeleya Hevgirtinê ya LGBTI+ ya Pembe Hayatê ya ku komeleya transan a ewil e li Tirkiyeyê, rêkxistineke transan e ku 30yê hezîrana 2006an li Enqereyê hatiye avakirin. Komeleya Hevgirtinê ya LGBTI+ ya Pembe Hayatê ya ku di serî de trans bo LGBTI+yan projeyên derbarê cihêkarî, sûcên nefretê û vederkirina civakî de bi rê ve dibe û xizmeteke piştgiriyê ya rasterast dide wan, di qada neteweyî û navneteweyî de bi çalakiyên xwe yên parêzvaniyê berdewam e û xebatên qada mafên bingehî yên mirovan bi rê ve dibe li ser esasê qedexeya cihêkariyê û prensîbên wekheviyê.

Saziya ku bi saziyên din ên civaka sivîl re di serî de mafên transan bi giştî hevkariyê dike û tecribeyên xwe parve dike di mijarên wekî mafên LGBTI+yan, têkoşîna karkeriya seksê û pêvajoya eşkerekirinê, malbatî û tenduristiya zayendî ya karkerên seksê di qada mafên mirovan de, lihevhatina laşî,nasnameya zayendî û şideta li ser bingehê meyla zayendî û cihêkarî, perwerdehî, akademî, jiyana xebatê, leşkerî, girtîgeh, hiqûq, medya, xebatên kulturî û hunerî yên kuîr û organîzasyona festîvalê de û bi vî awayî ya rastî nîşan dide deriyê wê ji bo her awayê hevkariyê vekirî ye.

Bo kesên ku serî li Pembe Hayatê didin û xwe di bin banê sîwana transan de dibînin û/an jî wekî LGBTI+ bi nav dikin; piştgiriyên psîkososyal, derûnî û hiqûqî (bi telefon, mail û/an jî rûbirû) dide di mijarên wekî di mijarên wekî pêvajoya eşkerekirinê, malbat, lihevhatina laşî, nasnameya zayendî û şideta li ser bingehê meyla zayendî û cihêkarî, perwerdehî, akademî, jiyana xebatê, leşkerî, girtîgeh, hiqûq, medya, tenduristiya zayendî û tenduristiya ruhî de. Herweha bi saya Cildanka Dilek İnceyê ya di bin banê komeleyê de piştgira cilûbergî bo girtiyan û/an jî LGBTI+yên xwedî pêdiviyan tê kirin û bi rêya Kitêbxaneya Ali Aligül Arıkan û zanyariyên komeleyê derbarê mafên LGBTI+yan de, jêder û şêwrimendiyeke akademîk tê cîbicîkirin.