Sosyal Politika Cinsiyet Kimliği ve Cinsel Yönelim Çalışmaları Derneği


Komeleya Xebatên Polîtîkaya Civakî, Nasnameya Zayendê û Meyla Zayendî

Komeleya Xebatên Polîtîkaya Civakî, Nasnameya Zayendê û Meyla Zayendî (SpoD) ya ku sala 2011ê bi xeyala dinyayeke adil, wekhev û azad a li bin keskesorê dest bi kar kirî; armanca wê tevkariya li polîtîkayên civakî yên hewce ye bo jiyana lezbiyen, gey, bîseksuel, trans, înterseks û yên din (LGBTI+) ên li Tirkiyeyê da ku bo nasnameya xwe ya zayendî û meylên xwe yên zayendî xwe din zextekê de hîs nekin.

SpoD, digel xebatên xwe yên parêzvaniyê yên bi vê armancê modelên xizmetê yên bo civatên LGBTI+yan saz dike û li dû wê hedefê ye ku bibe mînak bo saziyên giştî, her awayê cihêkariyê yên li van deran ji holê rake û xizmetên taybet ên bo LGBTI+yan di maweyeke dirêj de bi hevkariya qamûyê û sektorên taybet pêşkêş bike.

SpoD, şêwirmendiyeke hiqûqî, civakî û derûnî pêşkêşî LGBTI+yan dike, dozên kampanyayan dişopîne; perwerdehiyê dide pisporên tenduristiya derûnî, hiqûqnas, şaredarî û saziyan; xebatên akademîk bi rê ve dibe; semîner, panel, dibistanên siyaset û aktîvîzmê û kampanyayên hilbijartinê bi rê ve dibe; komên piştgiriyê saz dike û civînên parêzvaniyê li dar dixe. 

SpoD, van xebatan bi rêya xebatkarên profesyonel, xwebexş û torên pisporiyê yê di bin banê xwe de bi rê ve dibe.